Êrîşî Balafirgeha Bexdayê û baregehên Heşdî Şebî hat kirin
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê 6 caran rastî êrîşê hat û di heman demê de baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkukê ji aliyê balafirên şer ên DYE’yê ve hatin bombebarankirin.
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê 6 caran rastî êrîşê hat û di heman demê de baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkukê ji aliyê balafirên şer ên DYE’yê ve hatin bombebarankirin.
Tevî ku şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de berdewam dike, êrîşên li ser Iraqê jî zêde dibin. Li gorî agahiyan, Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê 6 caran bi mûşek û dronan hedef hat girtin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê eniya Muqaweme ya Îslamî ya li Iraqê ku nêzîkî Îranê ye ve pêk hatiye. Beşek ji êrişê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate tinekirin. Heta niha ziyanên ber balafirgehê ketî nehatiye zanîn.
Di heman rojê de balafirên şer ên DYE’yê baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkukê bombebaran kirin. Bombe li tabûrên 17 û 40an ên nêzîkî gundê Melhe yê navçeya Dubizê ketin. Derbarê zirara can û madî de agahî nehatin bidestxistin.